NY Daxwaz ji Sudanê Dike ku ji Herêma Abyei Vekêşe

Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji Sudanê dike hêzên xwe ji herêma Abyei ya kêşe li ser vekşîne û li ser statuya wê herêmê bi Sudana Başûr re bigeheje rêkeftinekê.

Civata Ewlekarîyê roja Pêncşemê hebûna hêzên Neteweyên Yekbûyî li herêma Abyei jibo 6 mehên din dirêjtir kir. Wê her wiha xema xwe dîyar kir ku pêkanîna rêvebirîya hevbeş û hêza polîsan hate paş êxistin.

Civata Ewlekarîyê ya bi 15 endaman , biryara vekêşana bi sedan hêzên Sudana Başûr ji herêma Abyei ya dewlemendî petrolê, bi erênî pêşwazî kirîbû. Civata Ewlekarîyê, her wiha daxwaz ji Sudanê kirîbû ku ew jî dem û dest û bû şert û mercan ji herêmê paşve bikşîne.

Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî gefa danana tole û cezayên aborî li her du Sudanan kiribû, eger ew şerê ranewestînin û venegerin ser danûstandinan.

Jiber girjî û alozîyê navbera bakur û başûrê welat de şerek derketibû û 10 meh paşê jî Sudana Başûr ji bakur cihê bibû.