Ofîsa Alîkarîya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî îro Înê Îsraîl şermezar kir ku li Kenara Rojava ya dagirkirî ‘’taktîkên wek şer’’ dixebitîne.
Berdevkê OCHA Jens Laerke li Cenevrê ji rojnamevanan re got ku hêzên Îsraîlî li Kenara Rojava taktîkên kujer û yên wek şer bi kar tîne û dibe sedema fikarên kûr.
"Cîwarkirîyên Îsraîlî dema bênderên Cotmeh û Mijdarê êrîşan dibin ser Filîstînî û darên zeytûnê ku wisa bandor li aborîya bi deh hazaran malbatên Filîstînî dibe hildikin û ev yek jî fikaran çêdike."
Laerke bi berdewamî got ku cîwarkirîyên Îsraîlî vê mehê dema bêndera zeytûnan êrîş birine ser Filîstînîyan û ew êrîş fikarên heyî kûrtir dikin.
Laerke da zanîn ku di nav hefteyeke dawî de li herêmê 9 Filîstînî hatine kuştin ku 1 ji wan zarok e.
Wî got ku hêzên Îsraîlîyan piranîya kuştîyan bi êrîşên dijî Îsraîlîyan tawnbar dikin.
Jêder: Reuters