NY: Lehîyên Pakîstanê 1 Mîlyon Kes Bê Cîwar Kirin

Neteweyên Yekbûyî dibêje, jiber lehîyên nû yên Çarşemê vir ve, 1 mîlyon kes li Pakîstanê bê cîh û war mane.

Karbidestên Neteweyên Yekbûyî roja Înîyê gotin, rûniştîyên eyaleta Sindh neçar man ku malên xwe biterkînin, piştî rabûn û helhatina avên Çemê Indusê.

Karbidestên Pakîstanî, biryara vala kirina bajaroka dîrokî ya Thatta dabûn, piştî ku avên Çemê Indusê dîwarên parastinê hilweşandibûn. Gelek kes li dijî wê biryare derketin û nexwestin ku malên xwe paşde bihêlin. Tê ragihandin, hinek ji wan rûniştîyên bo stergehên bajaroka Makli hatine veguhastin.

Lehîyên Pakîstanê berî meheke destpê kirîbûn û heremeke berfireh ya Pakîstanê xistîbû bin bondora xwe. Di malweranîya Pakîstanê de nêzîkî 1600 kes hatibûn kuştin û 20 mîlyon kes jî ji wê lehî û avrabûnê zîyanê dîtîbûn.