NY Nûnerekî Nû Jibo Sudana Başûr Destnîşan Dike

NY Nûnerekî Nû Jibo Sudana Başûr Destnîşan Dike

Neteweyên Yekbûyî nûnereke nû yê taybet ji Sudan û Sudana Başûr re destnîşan kir ku di danûstandinên kêmkirina girjî û alozîyên heyî de alîkarîya her du alîyan bike.

Sekreterê Giştî Ban Ki-moon roja Înîyê dîyar ku Haile Menkerios wê bibe nûnerê nû. Birêz Menkerios sala çûyî wekî serokê nûnertîya Neteweyên Yekbûyî ya li Sudanê kirîbû.

Daxuyanîya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon got, Menkerios li ser kêşeyên Efrîqayê xwedîyê "zanîn û serpêhatîyên hêja” ye.

Haile Menkerios berê jî alîkarîya hikûmetên Rwanda û Komara Demokratîk ya Kongo kirîbû ku danûstandinan bikin, li ser grubên serhilda ku li rojhilata Kongoyê bicîh bibûn.

Birêz Menkerios her wiha Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon li Komara Demokratîk ya Kongo û welatên din yên Efrîqayê temsîl kirîbû.

Sudana Başûr li 9’ê Tîrmehê, li gorî peymana aştîyê ya sala 2005’an bibû dewleteke serbixwe û şerê navxweyî ya dehan salan jî dawî hatibû.