NY Dibêje di Kuştina Dîlên Ukraynî yên ji Alîyê Rûsan ve Zêdebûneke Berbiçav Heye

Mîsyona Çavdêrîya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî roja Duşemê ragihand ku wê di kuştinên leşkerên Ukraynî yên dîlgirtî ya ji alîyê leşkerên Rûsî ve zêdebûneke berbiçavdi mehên dawî de tomar kiriye.

Nûnertîya erka NY ya li Ukrayna got ku wê ji dawîya Tebaxa 2024an vir ve agahîyên ser 79 kuştinkarîyên di 24 bûyerên cuda de sitandine.

Qanûnên mirovahî yên navnetewî kuştinkarîya girtîyên şer û birîndaran qedexe dike û wêyekê wek tawaneke şer dibîne.

Mîsyona Çavdêrîya Mafên Mirovan dîyar kir wê vîdyo û wêneyên ku ji hêla çavkanîyên Ukraynî û Rûsî ve hatî weşandin, analîz kirine ku termên kuştîyan nîşan didin û herwiha bi dîdevanan re hevpeyivînên berfireh kirin.

Mîsyona Çavdêrîyê got ku înfazên ku hatine ragihandin li deverên ku operasyonên Rûsya li wan deran didomin, pêk hatine.

Seroka mîsyonê, Danielle Bell got ku hin karbidestên Rûsî bi eşkereyî banga reftarên nemirovane û heta kuştina leşkerên Ukraynî yên dîl kirine.

Mîsyona Çavdêrîyê herwiha got ku wê kuştina leşkerekî Rûsî yê bi giranî birîndar ya ji alîyê leşkerên Ukraynî ve, di sala 2024an de belge kir, lê ti hûrgilî neda.

Reutersê da zanîn ku got ku heta niha ne wezareta berevanîya Rûsya û ne ji karbidestên Ukraynî bersîva daxwaza wê ya şîroveyekê nedaye.

Jêder: Reuters