NY: Divê Kuştin û Girtinên Girseyî yên Xwepêşanderan li Îranê Bisekine

Civata mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY), tepeserkirina tund ya xwepêşandanên dijî hikûmetê ji alîyê Îranê ve wek binpêkirina qanûnên navneteweyî şermezar kir.

Civata NY hevdem bang li karbidestên Îranî kir ku eciqandina xwepêşandarên aştiyane, bi dawî bikin.

Berdevika ofîsa Civata NY Ravîna Shamdasanî dîyar kir ku NY jiber tundîtûjiya bêdawî ya hêzên ewlekarî yên Îranê dijî xwepêşanderan, gelek dilgiran e.

Ravîna Shamdasanî herwiha anî ziman kir ku NY bi sedema raporên girtinên kefî, kuştin û girtina zarokan jî pir bi fîkar e.

Shamdasanî ragihand ku li gor tomarên NY di xwepêşandanan de, ji alîyê hêzên ewlekarîyê bi guleyên rastîn û lêdanê, herî kêm 23 zarok hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Wê hevdem da zanîn ku hêzên ewlekarî yên Îranê avêtine ser gelek dibistanan û xwendekarên zarok desteser kirine.

“Li gor peymanên mafên mirovan yên ku Îranê îmza kirine, Komara Îslamî ya Îranê erkdar e ku di her mercî de mafê jiyanê yê zarokan biparêze û mafê azadîya derbirînê û ji xwepêşandana aştiyane ya zarokan rêz bigire û biparêze.”

Shamdasanî bi berdewamî bal kişand ser desteserkirinên girse yên xwepêşanderan.

“Civata me jî raporên desteserkirina herî kêm 90 endamên sazîyên sivîl agahdar e;ku di nav wan de parêzvanên mafên mirovan, parêzer, hunermend û rojnamevanan hene. “

Civata Mafên Mirovan ya NY destnîşan kir ku divê berdewamkirina karanîna hêzê ya nepêwîst û bêpîvan ya dijî xwepêşanderan raweste.

Berdevik Shamdasanî got ku NY bang li Îranê dike da ku tevahîya kesên bi awayekî kefî hatine desteser kirin, demûdest werin berdan.

NY herwiha bang li dike ku hemû kesên ku bi awayekî keyfî hatine binçavkirin tavilê bên berdan.

Shamdasanî ragihand ku NY ser rewşa Elnaz Rekabî, çiyagera jin ya Îranî jî pir bi fîkar e, ya ku li Seul, Koreya Başûr bê hîcab beşdarî pêşbirkê bû .

Wê da zanîn ku Elnaz Rekabî îro vegerîye Tehranê û ne dîyar e ku ewê rûbirûyê eciqandinê bimîne yan na.

Berdevkê eşkere kir ku NY ji karbidestên Îranê re jî bo Rekabî fîkarên xwe tînê ziman û balê dikşîne ku divê jin jiber tiştên ku li xwe dikin ti carî neyên darizandin.

Shamdasanî got ku NY wê rewşa Rekabî ji nêz ve bişopînin.

Wê bi berdewamî da zanîn ku civata mafên mirovan ya NY, gelek caran fîkarên xwe yên derbarê xwepêşandanan de, rasterast ji karbidestên Îranê re ragihandîye.

Shamdasanî got ku wek bersîvdayînê, Îranîyan hin belge bi karbidestên NY re parve kirine, ku di nav de raporên lêpirsînê yên ser mirina Jîna Emînî jî heye.

Wê destnîşan kir ku tunditûjîya hêzên ewlekarî yên Îranê bênavber berdewam dike û civata NY bi berdewamî raporên tepeserkirin,eciqandin, serdegirtin, girtinên kefî û kuştinan werdigire.

Hejayê gotinê ye ku ji 16'ê Îlonê vir ve, jiber kuştina keça Kurd Jîna Emînî, li seranserê Îranê û bi taybet li eyaleta Kurdistanê ev meheke xwepêşandanên girseyî didomin.
Rêxistina Mafên Mirovan dibêjin ku di xwepêşandanan de heya niha herî kêm 215 kes hatine kuştin ku 23 ji wan zarok in.

Berevankarên mafê mirovan bal dikşînin ku bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran kesên din jî hatine desteser kirin.