Piştî ku nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura dawetname bo danûstandinên aştîyê şandin, niha komên opozîsyona Sûrî wê biryarê bidin ku beşdar dibin yan ne.
Komîteya Danûstandêr ya Bilind dibêje, divê tenê ew bibe nûnera opozîsyonê û li ber e heta dawîya îro Çarşemê biryara xwe ya dawî bide.
Çend navên girîng yên opozîsyonê, ku ne beşek ji wê komîteyê ne radigihînin ku dawetname ji wan re hatiye. Ji wan Haytham Manna yê hevserokê hevalbendîya Kurd û Ereban ragihand ku ewê tev li danûstandinan nebe, bi sedema ku Kurd nehatine vexwendin.
“Ezê yan ligel hevalên xwe yên Kurd beşar bibim, yan qet beşdar nabim. Hêvîya min ew bû ku şandeyeke berfireh û hembêzkar pêk bihata, “Manna Neteweyên Yekbûyî rexne kir.