NY: Biryara Agirbestê li Sûrîyê Tiştek Neguherand

Nîqaşên ser biryara Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) ya bo agirbesta Sûrîyê didomin.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Alîkarîya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Mark Lowcock da zanîn ku tevî biryara agirbestê jî li Sûrîyê pevçûn didomin û êşa li wî welatî girantir dibe.

Lowcock dîyar kir ku ew nikarin alîkarîya mirovî bigêhîjinin sîvîlan û piştî biryara agirbestê jî ti tişt li Sûrîyê neguherîye.

‘’Bo Gutaya Rojhilat konvoya me ya bi 45 maşîne amade ye. Em bo dermankirina birîndaran jî hazir in. Lê jiber ku destûr tune em nikarin di wê herêmê kevin’’ Lowcock got.

Lowcock dîyar kir ku ku piştî biryara agirbestê, li Sûrîyê bombebaran, pevçûn û kuştin zêdetir bûne

Karbidestê NY’ê da zanîn ku li herêmên dorpêçkirî kêşeya xwarin û vexwarinê zêdetir dibe û ger alîkarîyê negihêje wan herêman ewê sîvîlên li wan deran ji birçîbûn û nexweşîyê bimirin.

Lowcock da zanîn ku li gor raporên tên ber destên wan jiber operasyona Tirkîyê ya Efrînê jî gelek sîvîl têne kuştin û birîndar dibin.