Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Yemenê, di sê mehên dawî de her hefte bi kêmî ve 123 sîvîl têne kuştin û 33 ji sedê van jin û zarok in.
Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) da zanîn ku di navbera Tebax û Cotmehê de hejmara sîvîlên kuştî gêhiştîye 1500'î.
NY bang li hikûmeta Yemenê û serhildayên Husî kir ku bala xwe pirtir bidin ser berevanîya sîvîlan.
Her du alîyên cengê roja Pêncşemê li Stockholmê kom bûbûn, û ser guherandina girtîyan li hev kiribûn.
Di hevdîtinên roja Înê de nûnerên hikûmeta Yemenê û Husîyan ser bajarê Hudeyda danûstandin kirin.