Li New Yorkê 8 Kes di Hilweşîna Avahîyekê de Hatin Kuştin

Şaredarê Bajarê New Yorkê Zohran Mamdani ragihand ku di encama hilweşanadina avahîyeke niştecîbûnê ya doh Çarşemê de li taxa Brooklynê 8 kes hatine kuştin.

Mamdani îro Pêncşemê, di demekê de ku hewildanên rizgarkirinê berdewam bûn, got ku herî kêm 17 kes jî, di nav de 3 agirkuj, birîndar bûne.

Di demekê de ku baran jî dibarîya li cihê bûyerê kûçikên rizgarkirinê, makîneyên giran û tîmên bersivdana lezgîn dihatin dîtin.

Avahîya hilweşîyayî di sala 1930'î de hatibû avakirin.

Kenala televîzyonê ya New Yorkê WABC-TV ragihand ku di du sê demjimêrên piştî hilweşînê de, herî kêm çar kesên sax ji bin kavilan hatin derxistin; di nav wan de jineke ducan jî hebû.

Desthilatdaran got ku hejmara kesên di dema hilweşînê de li malê bûn, di cih de nehatiye zanîn.