Li Pakîstanê Korona Jinûve Belavtir Dibe

Wezîrê Saxlemî yê Pakîstanê Zafar Mîrza îro Duşemê li ser Twitterê dîyarkir ku testa wî ya vîrusa korona erênî derketîye û ew niha di bin karantînê de ye.

Herwiha Wezîrê Derve Mihemed Qureşî roja Înîyê ragihandibû ku ew jî bi vîrusê ketiye.

Her du wezîr dibêjin ku nîşanên wan yên nexweşîya COVID-19 sivik in.

Li Pakîstanê heya niha 231,813 bûyerên nexweşîya korona hatine tomar kirin û 4,762 kes jiber wê nexweşîyê mirin.

Serokwezîr Îmran Xan dijî belavbûna vîrusa korona tedbîr û qedexeyên tund dîyar nekiribû û gelek tedbîr sist kiribûn, lê wî karanîna maskeyan û dûrahîya civakî mecbûr kiribû.

Pispor bal dikşînin ku jibo piranîya mirovan, bi taybetî jî bo mirovên xizan û li bajarên pir şenîbar (qelebalix) de parastina dûrahîya civakî ne pêkan e.

Hikûmetê li seranserê welêt bi sedan bazar girtin ku hejmarên bilind yên bûyerên vîrusê li wan deran hatibûn dîtin.