Obama Daxwaza Êrîşekê Dijî Sîstemên Kompûterê yên Dezgehên Navokî yên Îranê Kiribû

Serok Barack Obama

Rojnameyeke Amerîkî ya navdar radigihîne ku di meha wî ya pêşî de ji serokatîyê, Serok Barack Obama bi nepenî daxwaza êrîşeke bi rêk û pêk dijî sîstemên kompûterê ku dezgehên Îranê yên navokî birêve dibin.

New Times gotina jêderên nenaskirî werdigire ku dibêje, daxwaza vê êrîşê berfirehîyeke di bikaranîna Amerîka de bo çekên elektronî nîşan dide. Li gorî tê ragihandin, programê di dema rêvebirîya George W. Bush destpê kiriye.

Îran dibêje programa wê ya navokî jibo mebestên aştîyane ye, lê Rojava û Îsraîl ditirsin Îran di bin re çekên navokî bipêş ve dixe. Welatên biyan sizayan bikartînin jibo Îran rê bide lêkolerên NY ku derbasî navendên wê yên navokî bibin.

Îran berpirsîya êrîşên kompûterê xiste stûyê Îsraîl û Rojava û dibêje ew hewl didin programa Îranê ya navokî têk bibin.

Vayrûsa kompûterê bi navê Flame anku pêta agir, vê dawîyê li Îranê û hin welatên din yên Rojhilata Navîn hatibû dîtin. Karbidestên Îranê hişyarî dan ku ev vayrûs ziyaneke mezin programa wê ya navokî.