Serok Obama di Cîvînek Giring ya Ewlekariyê de Beşdar Dibe

Roja Pênşemê 17î mehê Barack Obama serokê Amerîka bi Tîma Ewlekariya Netwî re tê bahev û wê liser rewşa elwlekiya netewî civînan encam bidin

Ev civînên taybet liser rewşa ewlekariya netewa Amerîkî û êrîşên terorîst yên Îslamîyên tûndrê û dewleta îsamî (Daiş)ê bên ecam dan, civîn dê li bingehê sereke yê lidij terorîzmê li dervey paytext Washington pêk were.

Tê çaverê kirin ku piştî vê civînê daxweyaniyek derkev.

Obama di van demên dawî de bi taybet piştî êrîşên terorîstî yên li Paris û San Bernardino li California pêk hatîn, gelek caran daxweyanî dane, jibo gelê Amerîkî daye xweyakirin ku, ew ji terorîstan natirin û ewê hemû riyan lipêşçav bigrin jibo parastina ewlekariya netew û gelê Amerîka.

Obama di peyama xwe ya roja Dûşemê de, got bû hevbendiya Navnetewî ya ku, Amerîka pêşberiya wê dike, dê biser DAIŞê de biserkevin, niha zemîn li wan teng bûye û serkirdên wan armanc tên girtin.