Obama Pyongyang Hember Ceribandike Nû ya Navokî Hişar Dike

Serok Obama

Serokê Amerîka Barack Obama û hevtayê wî yê Koreya Başûrî Park Geun-hye, Koreya Bakur hişyar dikin ku ceribandineke nû ya navokî neke.

Serok Obama û Park li paytaxt Seul di civîneke hevbeş ya ragihandinê de ji rojnamevnan re peyîvîn.

Obama got, bi ceribandineke nû, Pyongyang wê pirtir tene bimîne û ji civaka navnetewî dûr bikeve.

Wî bi berdewamî got, pêgirîya Amerîka ya jibo Koreya Başûr wê tim bidome û her du welat li hember provokasyonên Koreya Bakur wê mil bi mil bisekinin.