We Qet Serok Barack Obama Wiha Dîtiye?

Barack Obama Smile

Tevî ku serokên Amerîka wek kesên herî hêzdar yên cîhanê tên nasîn, ew jî wek mirovên din in û di demên xwe yên taybet de tiştên wekî me gîşkan dikin.

Serok Barack Obama jî wek kesekî rûgeş û henekhez tê nasîn. Obama berî çend rojan vîdyoyeke taybet daye amade kirin ku tê de dîmenên gelek balkêş û tijî ken hene.

Di vîdyoyê de ku di malpera medya civakî ya Buzzfeed hate weşandin, Serok Obama li hember neynikê bi xwe re dipeyîve, wêneya xwe dikşîne û herwiha tiştên pir komîk dike.

Serok Obama bi vê vîdyoyê alîyê xwe yê kenhezî nîşan dide û raberî me dike ku serok jî wek tevahîya civakê tiştên normal û ji rêzê dikin.

Kerem kin li vidyoya bedew binêrin û hinek bikenin: http://www.buzzfeed.com/andrewgauthier/the-president-uses-a-selfie-stick#.uvepLRZeq