Obama Qureshi Wek Dadwerê Dadgeha Federalî Destnîşan Dike

Serokê Amerîka Barack Obama Amerîkîyê Misilman Abid Riaz Qureshi wek berbijarê yek ji dadwerên Dadgeha Federalî ya District of Columbia destnîşan kir.

“Ez bi destnîşankirina birêz Qureşî wek ji dadwerên Dadgeha Federalî dilxweş im. Ez piştrast im ku ewê bi dirustî û bi girêdaneke xurt ya edaletê hîzmeta gelê Amerîka bike,” Obama got.

Qureshi ji salên dirêj vir ve parêzvanî dike û pisporîya wî li ser saxlemî ye. Wî di sala 1997’an de, ji Fakulteya Hiqûqê ya Harvard dîploma xwe ya awuqatîyê wergirt.