Obama di Roja Leşkerên Dêrîn de Jin û Mêrên Nav Leşkerîya Amerîkî Silav Dike

Serokê Amerîka Barack Obama di Roja Leşkerên Dêrîn de, îro Sêşemê jin û mêrên nav hêzên leşkerî û yên ku berê xizmet kirine, silav dike.

Serok Obama îro li Qesra Sipî mevandarîya taştîyeke taybet ya bo leşkerên dêrîn û malbatên wan kir.

Serok dû re jî pişikdarî li merasîma li Gora Leşkerê Nenas (Tomb of the Unknown) ya li Goristana Netewî ya Arlingtonê kir û guldesteyek danî ser gorê.

Obama di axaftina wê merasîmê de bang li karsazên Amerîkî kir ku kar bidin leşkerên kevin ku berê li Îraq û Afganistanê şer kirine.

Serok Obama bi berdewamî got, eger ku Amerîka piştgirî nede qehremanên ku vegerîne malê, hîngê ev roja taybet bi giştî bê wate dibe.

"Cengewarên me yên dêrîn ji kesên herî bi kanîn û zanîn pêk tên û tevî ku bin giwaştinê bin jî ew dikarin bi karîgerî bixebitin û erkên xwe bi cîh bînin.”

Bi hilkeftina vê rojê, li Ewrupa jî zêngilên dêran lêxistin û karbidestan bo şadkirina rûhên mîlyonan cangorîyên Şerê Cîhanê yê Yekê kulîlk danan ser gorên wan leşkeran.