Şandeya Îmralîyê îro Sêşemê derbarê hevdîtîna ku duh ligel serokê zindankirî yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), Abdullah Ocalan, li Girava Îmralîyê pek anîbû, daxuyanîyeke nivîskî belav kir.
Ocalan ev daxuyanî roja Duşemê di hevdîtinekê de ligel şandeya Îmralîyê ya Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî), li girtîgeha Girava Îmralîyê kir.
“Me pêşketinên siyasî yên li herêmê, avakirina civakeke demokratîk, qonaxa niha ya pêvajoya aştîyê û çawanîya çêkirina çarçoveya qanûnî bi berfirehî nîqaş kir,” şandeyê got.
Li gor daxuyanîyê, Ocalan di hevdîtîna ku 5 demjimêran berdewam kir de gotîye ku ew pabendê giyanê banga xwe ya 27’ê Sibatê û çareserîya pirsgirêka Kurd bi rêya "qanûna biratîyê" ye.
Ocalan diyar kirîye ku “Dema avakirina bingeheke qanûnî ya ku hesasîyetên hevbeş bigire ber çavan, hatîye,” li gor daxuyanîyê.
“Bizanin ku vekirina vê rêgehê bi sebir fersendeke dîrokî ye, werin em dev ji nêzîkatîyên biçûk, teng û yên ku xizmetê siberojê nakin, berdin û bi hev re jiyaneke hevpar ava bikin,” li gor daxuyanîyê, Ocalan gotîye.
Ocalan bal kişandîye ser girîngîya raportek Komîsyona Piştevanîya Neteweyî, Biratî û Demokrasîyê ya parlamena Tirkîyê û gotîye ku jibo destpêkirina pêvajoyeke hûquqî û qanûnî di çarçoveya wê raportê de û “jibo jiholêrakirina tevahî ya pevçûn û çekan û vekirina rûpelek nû, divê her kes çi ji dest tê, bike.”
Reberê girtî yê PKK’ê îdia kir ku divê hevpeymanîya dîrokî ya di navbera Kurd û Tirkan de parastineke qanûnî ya mayînde were peyda kirin, da ku her du civak bikaribin bi hev re bi azadî û wekhevî di komareke demokratîk de bijîn.
"Divê qanûna neyînî veguhere qanûna erênî. Dîrok derfetekê pêşkêşî me dike ku em jiyaneke hevpar ava bikin û di nava wekhevî û dadmendîyê de serdemeke nû vekin,” li gor daxuyanîyê, Ocalan gotîye.
Endamên şandeya Îmralîyê ya DEM Partîyê ji Pervîn Buldan, Ozgur Faîk Erol û Mîthat Sancar pêk hat. Herî dawî ew di 24’ê Gulanê de bi Ocalan re kom bûbûn.