DEM Partî Daxuyanîyek li Dor Civîna bi Ocalan re Belav Kir

Weneyê Abdullah Ocalan, damezrînerê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Şandeya DEM Partîyê

Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) îro Duşemê di derbarê hevdîtina şandeya Îmralîyê ya partiyê bi rêberê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re, daxuyanîyek nivîskî weşand û got ku Ocalan jibo pêşvebirina pêvajoya aştîyê ya li Tirkîyê banga avêtina gavên qanûnî û siyasî yên berbiçav kiriye.

Şandeya DEM Partîyê ya Îmralîyê ku ji parlemanter Pervîn Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê, bi damezrînerê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), Abdullah Ocalan doh, di 13’ê Îlone de li Girtîgeha Îmralîyê hevdîtin kiribû.

Şandeya Îmralîyê ragihand ku wan bi Ocalan re rewşa heyî ya li Tirkîyê, pêşxistina çareserîyeke demokratîk û aştîyeke mayînde, gavên berbiçav ên ku ji bo pêşvebirina pêvajoyê divê werin avêtin û pêşketinên herêmî nîqaş kirine.

DEM Partîyê herwiha hin nirxandinên Ocalan yên di hevdîtinê de bi raya giştî re parve kir.

Li gor daxuyanîya DEM Partiyê, Ocalan gotîye ku piştî pejirandina qanûna çarçoveyî, pêvajo ketiye qonaxeke ku divê bêyî derengxistinê “gavên pratîk yên beramber” werin avêtin.

Wî herwiha xwestiye ku lijneyên ku li gor qanûna çarçoveyî hatine avakirin dest bi xebatê bikin, li gor daxuyanîyê.

“Armanca min pêkanîna aştîyê û siyastkirinê ye. Aştî tê wateya danîna çekan, û siyasetkirin jî tê wateya siyaseta demokratîk û civakeke demokratîk,” li gor daxuyanîyê, Ocalan gotiye.

Ocalan, li gor daxuyanîya DEM Partîyê, pêvajoya heyî jibo Tirkîyê wek “derfeteke dîrokî” pênase kirîye û gotîye ku divê herkes “bi vê hişmendîyê tevbigere da ku aştîyeke mayînde û çareserîyeke demokratîk pêk were.”

DEM Partîyê ragihand ku Ocalan di hevdîtinê de herwiha behsa pêşketinên li Rojhilata Navîn û Rojava, herêmên Kurd yên li Sûriyeyê, kiriye û gotîye ku rûdanên li herêmê rasterast bandorê li ser pêvajoya li Tirkîyê dikin.