Rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan piştî salekê ji destpêkirina prosesa ku bi navê “ Banga Aştî û Civaka Demokratîk” tê zanîn, peyemek belav kir.
Peyama Ocelan îro Înê ji alîyê Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî) ve hate xwendin. Di peyamê de rêberê PKK'ê yê zindankirî girîngî da avakirina dewleta demokratîk.
Dr. Abdullah Kiran
Dr. Abdullah Kiran, Pisporê Rojhilata Navîn, ji Dengê Amerîka re got: “Ev salek e yan pirtir, dewleta Tirkîyê dest bi pêvajoya (Tirkiyeya bê teror) kiriye, lê li ser mafên giştî yên civaka Kurdan wekî mafên ziman û perwerde û mafên naskirina Kurdan wekî himayeke dewletê ti gaveke erênî neavêtîye."
Profesor Kiran herwiha got: "Bi bawerîya min di banga Ocalan de, ne wî û ne partîya wî ti tişt li ser mafên Kurdan negotîye.”
“Abdullah Ocalan pirsa Kurdan bi siyasî nabîne ji ber ku ew nikare bi azadî ramanên xwe bîne zimên.”
Îmam Taşçier
Lê Îmam Taşçier, endamê berê yê palamentoya Tirkîyê prosesa aştîyê bi girîngî dibîne û dibêje “Hin gavên girîng di vê salê de hatine avêtin, ji wan piştgirîya Serokê MHP û serokomar û avakirina komisyonekê.”
Rêberê PKK'ê di peyama xwe de got ku “sedema gelek pirsgirêk û krîzan ku em îro tê de dijîn nebûna mafên demokratîk e.”
Dr. Kiran dibêje Kurd li ser nasandina vê pêvajoyê wekî prosesa çareserîya pirsa Kurd nabînin.
“Ji bilî Ocalan û PKK'ê ti kes vê pêvajoyê bi prosesa aştîyê nabîne. Alîyên Kurd, partîyên siyasî yên Kurdan wekî proseseke aştîyê nabînin, ji ber ku li ser pirsa Kurdan gotinek jî nîne,” wî got.
Berevanî vê yekê, Taşçier derbarê gavên hatine avêtin û azadkirina girtîyên Kurd geşbîn e. Ew dibêje “hêvî hene di siberojê de pirsa girtina Selahattin Demirtaş û Abdullah Ocalan di warê qanûnî de serrast bibe.”
Guhertina destûra Tirkîye dibe astenga herî mezin be hember pêvajoya çareserîyê ku Dr. Kiran guman li ser heye.
“Serokê MHP Devlet Bahçeli û hevparên wî, ku xwedî destpêşxerîya vê pêvajoyê ye, naxwazin çar xalên destûrê Tirkîye biguherin ku ev xal mafên Kurdan red dikin.”
Wî herwiha da zanîn ku %80 ji endamên parlamenta Tirkîyê naxwazin guhertinên destûrî bikin.