Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku rewşa li bajarê Kobanîyê heta radeyekê aram e lê hîn jî ne ewle ye.
Ofîsa NY ya Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) û Ofîsa NY ya Ewlekarîyê eşkere kir ku wan nirxandinek roja Duşemê derbarê rewşa Kobanîyê pêk anîne.
Di hefteyên borî de, du karwanên NY û hevparên wê 52 kemyonên alîkarîyê gihandine Kobanîyê.
OCHA dibêje tîmên xwecihî yên mirovî li bajêr dibêjin ku hinek xwarin û sotemenî bi rîya rêkên bazirganî gihiştine, lê ev yek ne bi asta pêdivî ye.
Rêxistina navnetewî herwiha da zanîn pêdivîyên serekî li Kobanîyê bi awayekî berfireh hatine birîn. Sîstemên peydakirina avê bi rîya bikaranîna mazotê kêm dixebitin û nexweşxane û firne karên xwe bi sotemenîyeke sînordar didomînin.
Ligel hewlên hevbeş yên hikûmetê û Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor, hatiye ragihandin ku elektrîka dewletê roja Duşemê vegerîya ye.
OCHA diyar dike ku hinek malbat li Kobanîyê çakvanîyên avê yên ne ewle bikar tînin û ev jî dibe sedema derketina nexweşîyan.
Rêxistinê ragihand ku hinek nirxandinên tên hatine plankirin ji bo danasîna kesên pêdivî bi alîkarîyê ne.