Îsraîlî Bin Sîya Girjîya Mezin, Êrîşa 7'ê Cotmehê bi Bîr Tînin

Îsraîlî îro Duşemê salvegera yekê ya êrîşa kujer ya Hamasê bi bîr tînin ku bûye sedema şerekî mezintir.

Merasîm û protestoyên li Orşelm û başûrê Îsraîlê derdora saet 06:29 danê sibê destpê kirin, saeta ku mîlîtanên Hamasê di destpêka êrîşa 7'ê Cotmeha sala borî de roket avêtin Îsraîlê.

Di êrîşa 7’ê Cotmehê de, li gor daneyên Îsraîlê mîlîtanên Hamasê nêzî 1200 kes kuştin û nêzîkî 250 wek dîl birin Gazayê.

Li derveyî mala serokwezîr Benjamin Netanyahu li Orşelîmê, derdora 300 kesan bi pêşengîya malbatên dîlan wêneyên hezkiriyên xwe hildan, û jibo mirîyan deqeyek rêz girtin.

Li Reîm, cihê festîvala muzîkê ya ku zêdetirî 360 kes li wir hatibûn kuştin û bi dehan dîl hatibûn girtin, Serok Ishak Herzog seroktîya merasîma bîranînê kir ku bi sitrana dawî ya di şahîya par de, destpê kir.

Artêş û polîsên Îsraîlî ragihand ku hêzên ewlekarîyê roja Duşemê li seranserî welatî di hişyarîya bilind de ne, bi pêşbînîya êrîşên pêkan yên Hamasê jibo salvegera 7’ê Cotmeha 2023’an.

Li Kenara Rojava ya bin dagirkerîya Îsraîlê jiber ku gelek xalên kontrolê hatin girtin, derbazbûna Filîstînîyan ya alîyê Îsraîlê îro hat qedexe kirin.

Li Gazayê, artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîşeke roketî ya ku ji alîyê Hamasê ve hatiye pûç kirin.

Êrîşa Hamasê û operasyana bê navber ya Îsraîlê wek bersîvdana wê êrîşê, Rojhilata Navîn bê aram kir û di heman demê de rêjeya kuştin û wêrankirinê li seranserê cîhanê bû sedema metirsîyê.

Li derveyî Îsraîlê jî dijî êrîşa wê ya li Kerta Gazayê protesto hatin kirin ku li gor karbidestên saxlemî yên Filîstînî 42 hezar kes hatine kuştin û piranîya şênîya 2.3 mîlyonî derbider bûne.

Jibo Îsraîl, êrîşa surprîz ji hêla koma îslamî ya Filîstînî ve yek ji xirabtirîn têkçûnên ewlehîyê bû, jibo welatekî ku xwe bi artêşeke xurt û jêhatî serbilind dihesibîne.