Li Hewlêrê Kuştina Çalakvanên Kurd li Parîsê Hate Şermezarkirin

Nûnerên part û rêkxistîyên sivîl li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistana Îraqê, xwepêşandanek lidar xist jibo protestokirina kuştina sê çalakvanên jin li Parîsê.

Di wê xwepêşandanê de, ku li pêş Konsulxaneya Fransayê birêve çû, daxwaz hate kirin ku hikûmeta Fransayê encama lêkolînan û berpirsên êrîşê eşkere bike.

Perwîn Hesen, endama rêberatîya komela Jinên Azadîxwazên Kurdistanê, gote Dengê Amerîka ku “em ji dewleta Fransayê dixwazin bi zûtirîn dem teroristên ku sîyasetvanên jin kuştin eşkere bike.”

Sê çalakvanên Kurd şeva Çarşemê li Parîsê hatin kuştin, di nav de Sakîne Cansiz ku yek bû ji damezrênerên Partîya Karkerên Kurdistanê.

Your browser doesn’t support HTML5

Raport