Parêzer Aryen Turan Hat Berdan

Dîmeneke ji preskonferansa rexistinên mafên mirovan û Komeleyên Hiqûqzan, Stenbol, 4 Mijdar, 2022

Hejmareke rexistinên mafên mirovan û hiqûqzanan îro Înê li Stenbolê bi pêşengîya Komelaya Hiqûqzanên Jibo Azadîyê (OHD) bi preskonferansekê piştgirî da parêzer Aryen Turan ku li Îzmîrê hatibû desteser kirin.

Hiqûqzanên Nûjen (ÇHD), Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkîyê (TİHV), Komelaya Mafên Mirovan (İHD), Bûroya Hiqûqê ya Asrinê û hin parêzerên din bo piştgirîkirina endama OHD’ê parêzer Aryen Turan beşdarî preskonferansa hevpar bûn.

Mizgîn Argiş

Daxuyanîya hevpar ya ku bo piştgirîya Turan û bertek nîşandana desteserkirina wê, ji alîyê parêzer Necla Mizgîn Argiş ve li avahîya OHD’ê li taxa Beyoglu hat xwendin.

Argiş dîyar kir ku Turan piştî axaftina xwe ya di hilbijartinên Baroya Îzmîr’ê de ji alîyê hin komên nijadperest û medya ve hatibû armanc kirin û di derbarê wê de lêpîrsîn hatibû vekirin.

“Em dikarin bibêjin ku axaftina Turan bi temamî hiqûqî bû. Jiber ku di gelek endamên me di hilbijartinê baroyê de mafên axaftinê girtin û di heman warî de jî axifîn.”

Parêzer Argiş di berdewamîya axaftina xwe de jî got ku dema Turan hat desteserkirin ew ji alîyê polîsan ve bû armanca tundîyê jî.

“Aryen Turan do seat dora 7’an de dema ew ji buroya xwe derdiket ji alîyê polîsan hat desteser kirin. Dema desteserkirin wê de mafê telefonkirina malbat û parêzerên xwe nehat dayîn û ew bi awayekî kelemçekirî hat girtine. Ev kiryar jî dijî hiqûqê ne.”

Hêjayî gotinê ye ku parêzer Turan di hilbijartinên baroya Îzmîrê de li ser navê OHD’ê bal kişandibû ser lêkolînkirina karanîna çekên kîmyayî û rewşa girtîyên nexweş.

Turan tekildarî wê axaftinê do hat desteserkirin îro jî piştî îfade dayîna li Dadgeha Îzmîrê bi şerta kontrola dadwerî û qedexeya derketina derveyî Tirkîyê hat berdan.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

Parêzer Aryen Turan’a Ku Do Hatibû Desteserkirin Îro Hat Berdan