Parêzerên ku ji Doza Hiqûqnasên Azadîxwaz Girtîbûn, Hatin Berdan

Endama Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Ayşe Acinikli

Rûniştina doza endamên Hiqûqnasên Azadîxwaz(OHD) Ayşe Acinikli, Ramazan Demir û endam û karbidestên Komela Hevgirtina Malbatên Girtî (TUAD) ku 7 kes 6 meh e girtîbûn, bi giştî jî 50 kes dihat darizandin do êvarê li Dadgeha 14ê ya Giran ya Çaglayanê pêk hat.

Bi biryara dadgehê 7 kesên girtî, hatin berdan. Doza endamên OHD bi rûniştina didoyan pêk hat. Parêzer di vê dozê de bi sedema ku karbidestên tevgera terorî ne, hatibûn girtin û 6 meh di girtîgehê de man.

Ayşe Acinikli piştî azadbûna xwe ji çapemenîyê re axifî û da zanîn ku ew ji bi parêzerîya xwe ne dûrî girtîgehan bû û niha bi zelalî dît ku li girtîgehan binpêkirina mafê mirovan û êşkence çawa ye.

Jibo piştgirîya dozê, jimareke parêzer ji Amedê beşdar bûn û parlementerên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Garo Paylan û Filiz Kerestecîoglu û herwiha Aysel Tugluk û Hasîp Kaplan, malbatên girtîyan, nûnerên Baroya Parîsê jî li dadgehê hazir bûn.

Your browser doesn’t support HTML5

ZY_9_8_16