Ligel Soza Trump a Êrîşên Tundtir Dijî Îranê, Nirxên Petrolê Bilind Dibin

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di gotarekê de got ku Amerîkayê dê di hefteyên pêş de êrîşên tundtir li Îranê pêk bîne, nirxê petrolê roja Pêncşemê bi awayekî berçav bilind bû û bazarên darayî jî daketin.

Serok Trump Çarşemê bi şev got ku Amerîkayê dê di hefteyên pêş de "bi tundî" li Îranê bidin, lê tekez kir ku şer dê "pir nêzîk" bidawî bibe û hewldanên dîplomatîk ji bo gihîştina agirbestekê berdewam in.

Nirxên petrola West Texas Intermediate bi rêjeya 13% zêde bû û gihîşt 113.80 dolarî bo bermîlekê. Di heman demê, de buhayên petrola Brent a xav meha bi rêjeya 8% zêde bû û gihîşt 109.29 dolarî bo bermîlekê.

Li alîyê borsayê, bazarên li Asya û Ewrupayê daketin.

Hin ji wan xembarîyan ji gotinên Serok Trump ên li ser Tengava Hormuzê derdikevin. Trump di gotara xwe de got, welatên ku xwe dispêrin Tengava Hormuzê divê ji bo vekirina tengavê û misogerkirina derbasbûna ewle ya tankerên petrolê gavan bavêjin.

Di heman demê de, bendên hikûmetê li Amerîkayê û deverên din, û herwiha zêr jî, daketin.

Serok Trump di gotara Çarşemê de anî ziman ku aborîya Amerîkayê "dê zû bi hêzek bêhempa baş bibe" piştî ku di hefteyên pêş de armancên Amerîkayê yên leşkerî bidawî bibin.