Îran Cezayê Zindanê Dide Mamosteyekî Olî yê Kurd

Îbrahîm Selîmî, Mamosteyê Kurd yê Olî

Mamosteyekî olî yê Kurd ji aliyê Saziya Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê ve bi sê sal zindanê hat cezakirin.

Rêxistina Hengaw û rêxistinên din yên mafên mirov li Îranê roja Pêncşemê ragihandin ku Îbrahîm Selîmî, ji bajarê Pîranşarê, ji aliyê şaxê dadgeha taybet ya mamostayên olî ya Urmiyê ve cezayê sê sal zindan lê hat birîn.

Li gorî agahiyan, Selîmî, pêşnivêjê mizgefta Çiwaryar Nebî ya Pîranşarê bû, bi tawana piştevanîkirina tevgera Jin, Jiyan Azadî û xwepêşandanên sala borî hatîye girtin.

Selîmî, ku Misilmanekî Sunnî ye, roja 31.01.2023'ê li Pîranşarê ji bo îmzakirina daxuyaniyekê ji bo piştgirîya xwepêşandanên dijî hikûmetê yên piştî mirina Jîna Emînî, keça Kurd, hatiye bangkirin.

Hat ragihandin ku di dema binçavkirinê de rê nehat dan ku parêzer hebe yan jî endamên malbatê wî bibînin.

Paşê di 20'ê Sibatê de bi dana kefaletî ku nêzîkî 10 hezar dolarî bi awayekî demkî ji Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatibû berdan.

Jêder: Hengaw/KHRN