Pêketina Duyê ya Omicron li Eyaleta Minnesota ya Amerîka Hate Dîtin

Semboleke bo Omicron SARS-CoV-2

Karbidestên saxlemî yen Amerîkayê îro Pencşemê dîyar kir ku pêketina duyê ya bi veguhestina civakî ya cureya nû ya vîrusa korona ya bi navê Omicron li eyalata Minnesota hate dîtin.

Sazîya saxlemîya giştî ya Minnesota got welatîyekî mêr bi cureya Omicron ya COVID-19 ketiye ku ew bi temamî vaksînkirî bûye û wî di navbera 19- 20 Mijdarê de serdana bajarê New York' ê kiriye.

Hevdem, sazîya saxlemîyê da zanîn ku ev kes di 22'ê Mijdarê de nîşanên sivik hîs kiriye û di 24'ê Mijdarê de wî testa COVID-19, çê kiriye.

Sazîyê dest nîşan kir ku ev kesê nexweş niha baş bûye.

Walîyê eyaleta Minnesota Tim Walz bang li welatîyan kir ku xwe vaksîn bikin û li hindur maskan li xwe bikin.

"Ev nûçeya xembar e, lê ne surprîz e.Em dizanin ku ev vîrus pir zû veduguheze e û li seranserê cîhanê bi lezgînî belav dibe," Walz got.

Walî Walz anî ziman kir ku bersîva herî baş ya dijî cureya Omicron ya vîrusê heman çareserîya hember pandemîyê ye : vaksînlêdana COVID-19'an.

Zanyarên Minnesota dê bi hevkarîya New York City û Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka re lêkolînên xwe bidomînin.

Li Amerîka pêketina cureya nû ya Covid-19 ya bi navê Omicron roja Çarşemê li eyalata Kalîforniya hatibû tespît kirin.

Karbidestên saxlemî yen Amerîkayê gotibûn ku testa Covid-19 ya mêrekî ku di 22'yê Mijdarê de ji Afrîkaya Başûr hatiye Amerîkayê, roja Duşemê pozîtîf derketiye.

Nêzî ji % 58.9 ji tevahîya şênîya Amerîka , yan jî 196 mîlyon Amerîkî, bi temamî vaksîn bûne, di nav neteweyên dewlemend de yek ji rêjeyên herî kêm e.

Li Amerîka heya niha zêdetirî 786.000 kesan jiber COVID-19 jiyanên xwe ji dest dane, û tenê di Mijdarê de 37.000 kes.