Sûrîye: Şandeya OPCW'ê Derbazî Dûma Bû

Dûma

Kanalê dewletê ya Sûrîyê ragihand ku şandeya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) derbazî Dûmayê bûye.

Şandeya OPCW’ê roja Şemîyê çûbû Sûrîyê û li benda destûra karbidestên Sûrî û Rûs bû.

Şandeya OPCW’ê dê li Dûma delîlên li ser îdiayên êrîşa kîmyayî bigere. Li gorî aktîvîstên Sûrî, di êrîşê de 40 kes hatine kuştin.

Piştî îdiayên êrîşa kîmyayî, Amerîka, Brîtanya û Fransa roja Şemîyê êrîşên esmanî birin ser Sûrîyê.

Sûrîye û Rûsya îdiayên ser êrîşa kîmyayî red dikin. Karbidestên Rûs dîyar dikin di ‘’îdiayên sexte’’ de tilîya Brîtanya heye.

Serokwezîra Brîtanya Theresa May da zanîn ku Sûrîye û Rûsya hewil didin ku delîlên li Dûma ji holê rakin