Li Bakur û Rojhilata Sûrîyê 31 Pêketînên Nû yên COVID-19 Hat Ragihandin

Li kolanên Rojava hewilên pagijkirina dijî korona

Desteya Saxlemîya Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê (AANES) îro Çarşemê ragihand ku 31 kesên din bi vîrusa korona ketine û kesekî din jî jiber vê vîrusê miriye.

Hevserokê Desteya Saxlemîyê Ciwan Mustafa dîyar kir ku 14 bûyerên nû yên vîrusê li Qamişlo, 7 li Hesekê, 3 li Dêrîkê, 3 li Tirbêsipî, 2 li Remêlan, 1 li Girke Legê, û 1 jî li Dêrezorê hatine tomar kirin.

“Kesê ku jîyana xwe hinda kirîye zilamekî 58 salî yê û ji bajarê Dêrikê yê li bakurê rojavayê Sûrîyê ye,” Mustafa got.

Wî bi berdewamî ragihand ku 20 ji pêketîyên nû mêr, 11 jî jin in û kesek jî ji COVID -19 bi tevahî filitîye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li Bakur û Rojhilata Sûrîyê bûyera yekê ya vîrusa korona di meha Nîsanê de li bajarê Hesekê hatibû tomar kirin.

Desteya Saxlemîyê dide zanîn ku hejmara giştî ya pêketîyên vîrusê giheştîye 452'an.