Ozbekistan Dibêje di Xwepêşandanên li Karakalpakstanê de Kuştî û Birîndar Hene

Dîmeneke ji xwepêşandanan li eyaleta Karakalpakstanê ya Ozbekistanê

Serokê Ozbekistanê Şevket Mîrziyoyev îro Yekşemê ragihand ku jiber di xwepêşandanên li eyaleta Karakalpakstanê hejmarek sivîlan û hêzên ewlehîyê hatine kuştin.

Şevket Mîrziyoyev di daxuyaniyekê de ku li ser înternetê hat weşandin de got ku serhildêran li bajarê Nukûs, paytexta herêma Karakalpakstan ya li bakurê rojava "çalakiyên wêranker" pêk anîne; bi avêtina keviran, pêxistina agir û êrîşkirina polîsan.

"Mixabin di nava qurbanîyan de hêzên ewlehîyê hene," Mîrziyoyev got.

Di daxuyanîyê de Mîrziyoyev de hejmara kuştî û birîndaran nehat dîyar kirin.

Siyasetvanê opozîsyonê yê sirgûnkirî jî Pulat Ahunov, ji Reutersê ragihand ku herî kêm ve pênc kes hatine kuştin, li ser bingeha têkilîyên bi çavkanîyên herêmî û delîlên vîdyoyî.

Wî got ku raporên nepiştrastkirî hene ku bi dehan kuştiyên din jî hene.

Ahunov got ku jiber rewşa awarte ya ku ji hêla karbidestên Ozbekistanê ve hatiye ragihandin, mirov nikarinderkevin derve, tevbigerin û bêtir agahdarî bistînin.

Ji hêla din ve, karbidestekî hikûmeta herêmî ji malperek nûçeyan ya Ozbek Daryo.uz re got ku bi hezaran kes birîndar bûne û hatine rakirinû nexweşxaneyan.

Sultanbek Ziyayev, Serokê Wezareta Saxlemîyê yê Komara Karakalpakstanê, got ku nexweşxaneyên li bajarê Nukusê tije mirov in, yên ku jiber pevçûnên navbera xwepêşander û hêzên ewlehîyê birîndar bûne.

"Bi hezaran birîndar hatine rakirinê nexweşxaneyan û têne dermankirin," Ziyayev got.

Xwepêşandanên li Ozbekîstanê jiber guhertinên destûrî yên plankirî yên ku wê statuya eyaleta Karakalpakstanê ya xweser ji holê rabikira, dest pê kirûbûn.

Lê, serokê Ozbekistanê Şevket Mîrziyoyev doh Şemîyê dîyar kir ku wî dev ji wê planan berdaye.

Ozbekistan komareke Sovyeta berê ye ku bi tundî tê kontrolkirin û hikûmet her şêwazek nerazîbûnê bi kar anîna givaştinîn tundî radiwestîne.

Ev alozîya duyê bû ku li Asyaya Navîn di vê salê de derketin, piştî ku Kazaxistanê xwepêşandanên girseyî di meha Rêbendanê de têk bir, Rûsya û komarên din yên Sovyeta berê leşker şandin da ku alîkariya hikûmetê bikin.