Partîya Nû ya Ozgur Ozel Wê Wêneya Opozîsyona Tirkîyê Çawa Biguherîne?

Ozgür Ozel, serokê Partîya Nû (YENÎ Partî)

Serokê berê yê Partîya Gel ya Komarî yan CHP Ozgur Ozel û 90 parlamenteran roja Înê jibo damezrandina partiyek siyasî ya nû bi navê Partîya Nû (YENÎ Partî) serî li wezareta navxweyî ya Tirkîyê dan.

Ozel li ser hesaba xwe ya medya civakî X’ê belgeya serîlêdana Partîyê parve kir û wiha got: "Yên ku Partîya Nû damezrandin, gelê me ye."

Wî di heman postê de Partîya Nû wek partîyek jibo karker, txanenişîn, karmendên giştî, karsaz, cotkar, ciwan û jinan pênase kir.

Ozel piştî serladanê, li Mizgeftek dîrokî ya li Enqerê nimêja Înê kir û bi alîgirên xwe re ber bi avahîya yekê ya parlementoyê meşîya û daxuyanîya xwe ya yekê da.

"Partîya Nû wê cara yekê û dawî wek partîya sereke ya opozîsyonê beşdarî nîqaşên budceyê bibe. Piştre, emê hikûmetê ava bikin ku wê budceyên sibrojê çêbike. Bila rêya me vekrî be!" wî got.

Wî got ku Partîya wî heya hilbijartinên bê pêşengîya opozîsyonê bike û da zanîn ku partî wê “cara yekem û dawî” wek opozîsyon beşdarî nîqaşên budçeyê bibe û piştre jibo avakirina hikûmeta nû hewl bide.

Partîya Nû ya Ozel wê bibe duyemîn koma siyasî ya herî mezin ya opozîsyonê di Parlamentoya Tirkîyê de, piştî Partîya Dad û Pêşvebirinê ya desthilatdar ya Serok Recep Tayyîp Erdogan.

Bi damezrandina Partîya Nû wenêya Parlamentoya Tirkîyê ya bi 600 kursîyan, bi tevahî digûhere ku jiber mirinan yan karvekişînan niha 592 li ser kar in.

Dabeşkirina kursîyên di parlementoyê de bi vî awayî ye:

Partîya Dad û Geşepêdanê (AK Partî): 277; Partîya Nû: 91, Partîya Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî): 56, Partîya Tevgera Neteweperest (MHP): 46, Partîya Komarî ya Gel (CHP): 44, Îyî Partî: 29, Partîya Rêya Nû,: 20, Partîya Yenîden Refah: 4 Partiya Hûr Dava: 4, Partiya Karkerên Tirkîyê (TKP): 3, Partîya Herêmên Demokratîk: 2 Partîya Kedê: 2, Partîya Saadetê: 1, Partîya Çep ya Demokratîk:1, Partîya Demokrat:1 û herwiha 102 jî serbixwe.

Ji alîyê din wê Rêza rûniştinê ya partîyan li Civata Giştî ya parlamentoyê jî bigûhere, ku li gor jimara kursîyên partîyan dîyar dîbe. Bi Partîya Nû, piştî AKP’ê wê wek partîya opozîsyonê ya sereke dî rêza duyan de û DEM partî jî wek partîya sêya ya herî mezîn di dî rêza 3.an de cîh bigre, dema ku partîya berê ya Ozel CHPê, wê CHP ji reza dudya dakeve rêza 4’an.

Hevdem Partîya Nû jimara komên parlemanî wê bigihêje 7 koman, ku jibo avakirina komekî 20 kursî hewce dike .

Gava Ozel damezrandina Partîya Nû piştî bûyereke girîng pêk hat, dadgeheke Tirkîyê di Gulanê de kongreya CHP'ê ya 2023’an, ku Ozel wekî serokê partîyê hilbijartibû, bi îdiaya bêserûberîyan betal kir û li şûna wî, Kemal Kiliçdaroglu serokê berê yê CHP erkdar kir.

Parçebûna CHP û hebûna nû ya partîyeke siyasî pêkan e ku wêneya opozîsyona Tirkîyê di kokê de biguherîne.

Alîgirên Ozel hêvî dikin ku Partîya Nû wê ji dengderan pîştgirîyek mezin bi dest bixe, û rêjaya dengan ku di hilbijartinên herêmî yên 2024’an de CHP’ê bi serketî kiribû û AK Partî li seranserê welêt têkçûbû, biparêze.

Lê, heman parçebûn dikare hêza opozîsyonê ya li parlamentoyê û dengdêrên opozîsyonê jî dabeş bike, û sûdê bide Erdogan.

Ev pêşketina girîng ya siyaseta Tirkîyê, bi taybet jibo DEM partî û dengdêrên Kurd girîng e.

Di bin seroktîya Özel de, CHP bi DEM re dîyalogek e erenî didomand û di hilbijartinên herêmî yên 2024’an li bajarên mezin yên Tirkîyê dengderên DEM’ê bi qismî piştevanîya CHP’ê kiribûn.

Gelo Partîya NÛ ya Ozel, wê heman nêzîkatîyê bidomîne - û piştgirîyê bide reformên demokratîk û pêvajoya aştiyê ya niha didome – bersîva van pirsan dibe ku hevkarîya opozîsyonê ya siberojê jî dîyar bike.

Parlementerê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî îro ji CHP vekişîna xwe ragihand û beşdarî Partîya Nû ya Ozel bû.

Tanrikulu ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku bernameya siyasî ya Partîya Nû wê pir berfireh be û çareserîya tevahî pirsên demokratîk, civakî, aborî, xzwezayî û hemû pirsgirêkan bike, tevî kêşeya Kurd.

Wî herwiha anî ziman ku wê Ozle di demeke pir nêz de hûrgûlîyên van mijaran bi raya giştî re parve bike