Di Peqîna Îstasyona Trenê de 4 Kes li Pakistanê Hatin Kuştin

Karbidestên Pakistanî dibêjin, di peqîneke hêzdar ya îstasyoneke trenê de, bi kêmî ve 4 kes hatin kuştin, 13 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidest dibêjin ku bo,be îro Înê li nêzîkî devera Mach ya Belucistan a li başûrê rojavayê wî welatî qewimî.

Heta niha ti kes berpirsîya êrîşê ranekiriye ser xwe, lê grubên cudaxwaz pircaran êrîşên vî rengî kirine.