Pakistan Hewlên Xwe Yên Dîplomatîk ji bo Bidawîanîna Şer Xurt Dike

Iranian Parliament Speaker Mohammad Bagher Ghalibaf meets with Pakistan army chief Asim Munir in Tehran, Iran, April 16, 2026.

Pakistan hewlên xwe yên diplomatîk derbarî pêvajoya aştîyê ya di navbera Amerîka û Îranê de xurt û lezgîn dike, digel îhtîmala seredaneke neragihndî ya Rêberê Artêşa Pakistanê Asim Mûnîr bo Tehranê.

Piştî Şeş heftiyan ji destpêkirina agirbesteke lawaz û rawestana operasyonên leşkerîyên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê, danûstandinên ji bo bidawîanîna şer hîn encamek bi dest nexistine.

Ajansa Reutersê îro Pêncşemê, li gor sê çavkanîyên agahdarî danûstandinan, ragihand ku rêberê artêşa Pakistanê dê îro biryar bide ka ewê seredna Tehranê bike yan na.

Medyaya Îranî berê niha ragihandibû ku Mûnîr dê li roja Pêncşemê biçe Tehranê, û ev seredan beşek e ji berdewamîya serdanên berpirsên pilebilind yên Pakistanê bo Tehranê di çarçova navbeynkarîyên ji bo bidawîanîna şer.

Serokê Amerîka Donald Trump ji rojnamevanan re gotibû “Em li ser bilezkirina şandina peyaman ji hemû alîyan ve kar dikin.”