Lehî li Pakistanê

Li Pakistanê karbidest dibêjin lehî û avrabûna li sê rojên borî pitir ji 400 kesa kûştine. Wezîrê ragehandina herêmê gote rojnamevana eve xiraptirîn lehî ne li herêma Xeyber Paxtûn Xuwa rûbiden di dîroka welatî de. Hikûmetê rewşa tengavîya ragehandîye.

Bi sedan xanî, pir û rêk li herêmê wêran bûne, û lehî û barana zîyan gehand deverên Pîşawer, Gelîyê Swat û Çarseda. Bi kêmî 400.000 kes di gûndên deverê de asêbûne.