Pakistanê li Ser Sînorê Afganistanê Herî Kêm 29 Çekdar Kuştin

PAKISTAN-POLITICS-INDEPENDENCE DAY

Hêzên Berevanîya Pakistanê îro Duşemê ragihand ku wan li ser sînorê Afganistanê, herî kêm 29 çekdar kuştine.

Êrîşa Pakistanê ya roja Yekşemê, êrîşa duyemîn a li ser armancên li hundirê Afganistanê bû. Pakistan dibêje ciyên ku wan aramnc kirine, bin gehên çekdaran bûn.

Wezîrê Ragihandinê yê Pakistanê Attaullah Tarir roja Duşemê li ser platforma X'ê ragihand ku êrîşên esamnî yên Pakistanê yên li ser sê deverên li parêzgehên Paktîya, Paktîka û Kunar ên Afganistanê, 25 çekdar kuştine. Herwiha di van êrîşan de hejmareke zêde çek û cebixane hatine têkbirin.

Li herêma Bacawrê yê Pakistanê çar çekdarên din hatin kuştin. Ev çekdar girêdayî Talîbana Pakistanê bûn.

Pakistanê di danûstandinên aştiyê yên navbera Amerîka û Îranê de roleke mezin lîst. Wê bi navbeynkarî herdu welat anîn cem hev ji bo ku danûstandian encam bidin û rêkeftinekê îmze bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump gelek caran pesna rolê Pakistanê daye.