Şerîf: Îran Demûdest Dê Tengava Hormuzê Veke û Amerîka jî Dê Dorpêça Deryayî Rake

Şehbaz Şerîf Serokwezîrê Pakistanê

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf got ku sînorkirinên li ser korîdora enerjîyê ya Tengava Hormuzê dê bilez piştî ku peymana Amerîka û Îranê bikeve warê cîbicîkirinê werin rakirin.

Şerîf îro Pêncşemê got: "Îmzekirina vê rêkeftinê di asta herî bilind a welatên her du alîyan de pabendbûna xwe ji bo çareserîyeke dîplomatîk a ji bo pevçûnê nîşan dide."

Wî diyar kir ku "Yadaştnameya Lihevtêgihîştinê ya Îslamabadê dê bilez were bicîhanîn û wekî gava yekem, Komara Îslamî ya Îranê dê Tengava Hormuzê veke û Amerîka dê demûdest dorpêça deryayî rake."

Serokwezîrê Pakistanê spasîya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ji bo "pabendbûna wî ya xurt a ji bo dîplomasîyê û xwesteka wî ya ji bo çareserîyeke aştîyane ji bo bidawîkirina şerekî din ku dibe ku encamên wêranker ji bo herêmê û cîhanê hebin."

Wî herwiha spasiya Rêberê Bilind yê Îranê Mucteba Xamineyî û Serok Mesûd Pizîşkîyan kir ji bo "hişmendî, vîzyon û dewletparêzîya wan bi hembêzkirina aştîyê."

Şerîf, ji bilî ku spasîya endamên şandeya danûstandinê ya Amerîka û Îranê kir, behsa rola "avaker" a Qeter, Erebistana Siûdî, Tirkîye û Misrê jî kir.