Fermandarê Artêşa Pakistanê dê ji bo Danûstnadinên Aştîyê Serdana Tehranê Bike

Arşîv: Wêne ji Civîna Swîsrayê

Reuters roja Yekşemê 23'ê Tebaxê ragihand ku Fermandarê Artêşa Pakistanê, Asim Munîr, dê sibê, Duşemê, serdana Tehranê bike da ku hewldanên ji bo aştî û ewlehîya li herêmê bidomîne.

Pakistan di danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê de wek navbeynkar roleke girîng dibîne. Li gorî çavkanîyên hikûmeta Pakistanê, Munîr dê bi rêberên Îranê re rewşa dawî ya şer, gefên cezayên nû yên Washingtonê û mijara aştîyê gotûbêj bike.

Serdan di demekê de tê ku alozîya di navbera Tehran û Washingtonê de zêde dibe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyanîyên xwe yên derbarê Îran de tekez li ser operasyona aborî û leşkerî dike, wî got ku eger Îranê peymanekê çêneke, ewê li dijî Îranê cezayên herî dijwar di dîrokê de ferz bikin.

Serok Trump piştî ku biryara operasyona aborî ya herî dijwar û hilweşîner li dijî Îranê ragihandî, bo kanalên medyayî axivî, li ser pirsa ka Amerîka amadeye car din li Îranê bixe, ji Radyoya 77 WABC re got, "Îranê ti bijardeyên din nehîştine ji bilî ku em lê bixin û ez ê heman tiştî sed carên din bikim."

Girjîyên li Tengava Hormuzê zêde dibin û aborîya Îranê ji ber cezayan giran yên Amerîkayê di bin fişarên giran de dimîne.