Pakistan Dibêje Ew Hewlên Kêmkirina Girjîyên Amerîka û Îranê Didomîne

Wezîrê Derve yê Pakistanê Ishaq Dar (rastê) û hemtayê wî yê Îranî Ebas Eraqçî, di civîna Encûmena Wezîran a Rêxistina Hevkarîya Aborî (ECO) de, ku di 16ê Mijdara 2026an de li Îslamabadê hat lidarxistin.

Wezîrê Derve yê Pakistanê Îshaq Dar got ku welatê wî dê hewlên xwe yên dîplomatîk bidomîne ji bo sivikkirina girjîyê di navbera Amerîka û Îranê de.

Karbidestê Pakistanê îro Duşemê ev axaftin li civîna Rêxistina Hevkarîya Aborî kir. Di vê civîna ku li paytexta Pakistanê, Islamabad pêk hat, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî beşdar bû.

Dar got ku “Pakistan dê van hewlên dîplomatîk ji bo piştgirîya dîyalogê û aramîya herêmî ya domdar berdewam bike.”

Pakistan yek ji wan welatan e ku ji destpêka şerê Amerîka û Îranê ve wekî navbeynkarekî serekî di navbera herdu alîyên nakokîyê de tevdigere.