Pakistan Hêzên Leşkerî Dişîne Erebistana Siûdî

Artêşa Pakistanê îro Yekşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan doh Şemîyê hêzên leşkerî şandine Erebistana Siûdî.

Ev pêngav rojekê piştî civîneke asta bilind a "Hevpeymaniya Berevaniyê ya Mekeyê" li Îslamabadê hat avêtin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê, artêşa Pakistanê di daxuyaniya xwe de tekez kiriye ku ev bicihkirina hêzan "pabendbûna xurt a Pakistanê ya bi ewlehî, serwerî û yekparçeyiya axa Erebistana Siûdî nîşan dide."

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev hêz dê di nav axa Erebistana Siûdî de, di çarçoveya pabendbûnên lihevkirî û sîstema hevkariya berevaniyê ya heyî de kar bikin, bi armanca xurtkirina şiyanên berevaniyê yên Riyadê li hember metirsiyên ewlehiyê yên nû.

Li gorî daxuyaniya artêşê ya li ser platforma X'ê, merasîma birêkirina hêzan bi amadebûna Wezîrê Berevaniyê yê Pakistanê Xewace Mihemed Asif, Balyozê Erebistana Siûdî yê li Îslamabadê Racih Tamî Buqamî, Serokerkanê Artêşa Pakistanê Omer Ehmed Buxarî û Fermandarê Feyleqa Lahorê Mihemed Omer Beşîr birêve çû.

Şandina van hêzan piştî civîna duyem a Komîteya Stratejîk a Siyasî û Berevaniyê ya Hevpeymaniya Mekeyê tê, ku roja Înê li Îslamabadê bi beşdariya berpirsên payebilind ên sivîl û leşkerî ji Pakistan, Erebistana Siûdî û Tirkîyê birêve çûbû.

Hêjayî gotinê ye ku Peymana Berevaniya Hevbeş a Mekeyê di meha Tebaxê de piştî tundbûna şerê di navbera Hûsiyên Yemenê û hêzên piştevanên Siûdiyê de, û êrîşên Hûsiyan ên li ser axa Siûdiyê, hatibû îmzekirin.

Herwiha ajansa Reutersê di meha Gulanê de ragihandibû ku Pakistanê di dema şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de, li gorî peymaneke berevaniyê ya berê, bi hezaran leşker, firokeyên şer û kelûpelên leşkerî şandibûn Erebistana Siûdî.

Di meha Cotmehê de jî berpirsekî Pakistanî ji heman ajansê re eşkere kiribû ku Îslamabadê di navbera 30 hezar heta 40 hezar leşker şandine ji bo parastina sînorên bejayî yên Siûdiyê û rûbirûbûna êrîşên mûşekî û dronan.

Ji aliyekî din ve, Berdevkê Hevpeymaniya bi serokatiya Erebistana Siûdî Turkî Malikî ragihand ku şerê li Yemenê dikare "sibe" bi dawî bibe, eger koma Hûsiyên Yemenê plana aştiyê ya bi piştevaniya Neteweyên Yekbûyî qebûl bike.

Malikî tekez kir ku heta pêwîst bike hevpeymanî dê zexta leşkerî berdewam bike da ku vê koma hevalbenda Îranê neçar bike li ser maseya danûstandinan rûne.

Malikî di hevpeyvîneke de ligel ajansa Reutersê diyar kir ku Riyadê li dora Edenê, paytexta demkî ya hikûmeta Yemenê, "hêla sor" diyar kiriye û hişyarî da egere d demekê de çekdarên Hûsî nêzîkî wî bajarê peravê dibin, hevpeymanî dê "her tiştê pêwîst" ji bo parastina bajêr bike.