Pakistan: Hejmara Qurbanîyên Êrîşa Xwekujî Gihîştîye 15 Kesan

Pakistan

Karbidestên Pakistanî roja Yekşemê got ku hejmara qurbanîyên êrîşa xwekujî ya li ser xaleke kontrolê ya ewlehîyê li bakurê rojavayê Pakistanê gihîştiye herî kêm 15 polîs û efserên polîs.

Berpirsê polîsên herêmî Sajid Xan got ku êrîşkareke xwekuj û çend çekdaran roja Şemîyê dereng otombîlek tijî teqemenî li nêzîkî xala kontrolê ya navçeya Bannu ya parêzgeha Xeyber Pakhtunkhwa, ku li ser sînorê Afganistanê ye, teqandin.

Li gorî raportan piştî êrîşê pevçûnek giran a çekdarî pêkhat.

Rayedarekî polîsan ji ajansa Almanî (DPA) re got, "Herî kêm 15 polîs û efserên polîs hatin kuştin," û got ku sê efserên din di êrîşê de birîndar bûn.

Wêneyên ku ji hêla medyaya herêmî ve hatine weşandin avahîyek hilweşîyayî û xebatkarên rizgarkirinê nîşan didin ku li cenazeyan digerin.

Hêzên ewlehîyê operasyonek ji bo şopandina êrîşkaran dest pê kirine.

Li gorî ajansa Reuters, çavkanîyên polîsan got ku çekdaran di êrîşê de dron jî bikar anîne.

Ambulansên xizmetên rizgarkirinê û nexweşxaneyên sivîl ber bi cihê bûyerê ve çûn, û rayedaran li nexweşxaneyên hikûmetê yên li Bannu rewşa awarte ragihand.

Cemaet-el-Mujahidîn Pakistan (JMP) ya nû damezrandî di daxuyanîyekê de ku ji rojnamevanan re şandiye, berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.

Îslamabad gelek caran hikûmeta Talîbana Afganistanê tawanbar dike bi hewandina Cemaet-el-Mujahidîn Pakistan ku grûpeke girêdayî Tehrîk a Talîbanên Pakiksanê (TTP) ye, lê Kabul wan îdî'ayan red dike.

Serokê Pakistanê Asif Elî Zerdarî êrîş şermezar kir û di daxuyanîyekê de sersaxî ji malbatên qurbanîyan re xwest. Wî her wiha ji rayedarên herêmî xwest ku alîkarîya birîndar û niştecihên ku malên wan di êrîşê de zirar dîtine, bikin.