Serokwezîrê Pakistanê: Dibe ku Teksta Rêkeftina ligel Îranê di Nav 24 Demjimêran de Amade Be

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf îro Şemîyê got ku nivîsa dawî ya peymana Amerîka-Îranê dikare di nav 24 demjimêrên bê de were temamkirin.

Şerîf li ser platforma X'ê got: "Em ji her demê bêtir nêzîkî peymanek aştîyê ne. Ji ber ku pêkan e ku di 24 demjimêrên bê de naveroka rêkeftinê bidawî bibe, Pakistan amadekarîyan dike ku peymana aştîyê di navbera alîyan de bi şêweyekî elektronîkî were îmzekirin, û paşê hefteya bê danûstandinên teknîkî dê werin kirin."

Serokwezîrê Pakistanê spasîya Amerîkayê û Îranê kir ji bo soza berdewamîya danûstandinan û herwiha spasîya piştgirîya welatên herêmî kir.

Şerîf got ku ew bawer dike "peymana dîrokî" dê bibe bingeha bidestxistina aştîyeke mayînde li herêmê.