Girjîya Pakistan û Hindistanê Gur Dibe

Pakistane dijî Hindistan ya ku statuya taybet ya eyaleta Camu Keşmîr bi dawî kir, gef xwarin.

Serokomarê Pakistanê Arif Alvî di axaftina bo roja serxwebûna welêt de dîyar kir ku Hindistanê hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û da zanîn ku ew Hindistanê şermezar dikin.

Alvî got ku ew şer naxwazin û bi berdewamî dîyar kir ku ger ew neçar bimînin ewê gavan bi şûnde neavêjin.

Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan, jiber roja serxwebûnê serdana Keşmîra Azad ya girêdayî Pakistanê kir.

Xan, berî serdana bi daxuyanîyeke nivîsîkî dîyar kir ku ew ligel birayên xwe yên Keşmîrî ne.

Li Camu Keşmîr ya girêdayî Hindistanê 10 roj in qedexeya derketina derve heye û telefon û înternet hatiye qut kirin.