Papa Françîs li Cejna Easterê Banga Agirbestê Ya Şerê li Ukrayna Dike 

Papa Francis roja Yekşemê li Vatîkanê

Papa Francîs roja Yekşemê ji bo Cejna Easterê ku (Cejna vejîn û rabûna hezretê Mesîh) e, banga agirbestê bo şerê li Ukraynayê kir, da ku diyalog û aştiyê bi xwe re bîne.

Papa di dawiya dûa û nivêja Yekşemê de ji bo bi deh hezaran kesên li meydana St. Peter ya li Vatîkanê axivî û got, "Çekên xwe daxînin."

Herwiha got, "bila agirbesta Easterê bidin destpêkirin, lê belê ne ji bo çek hilgirtinê û destpêkirina şer, belkî agirbestek bo gehiştina aştiyê bi rêya diyalog û danûstandinên rastîn."