Dadgeheke Koreya Başûrî, jibo bertîl û pere xwarinên navbera rêberên sîyasî û kompanîyên mezin, cezayê 24 sal zindanê li seroka berê Park Geun-hye birî.
Dadgehê herwiha $16.9 mîlyon cezayê diravî li Park birî, piştî ku ew ji tawanên wek bertîl û bi xirabî karanîna desthilata xwe jî mehkûm kir.
Park seroka yekê bû ku rêbazên demokratîkî hate hilbijartin û sala çûyî ji kar hate dûrxistin, piştî ku Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar da ku ew jiber skanadala mezin ya bertîl û pere xwarin dest ji kar berde.
Nêzî 1,000 piştvanên Park, bi alayên Koreya Başûrî li pêş dadgehê kom bûn û nivîsên wek “dawî li tolhildana sîyasî ya dijî Park bînin” bilind kirin.