Parlamanterekî Sunnî yê Îraqî ji Mirinê Rizgar Bû

Endamekî Sunnî yê parlemana Îraqê di hewleka kuştinê de rizgar bû, dema çekdaran li bakura paytaxtê boseyek bo karwanê otombîlên wî dana.

Ajansa Associated Press ji zarê Felah El Neqîb, endamê lîsta El Îraqîye radigihîne ku çekdaran li bajarê Tacî otombîlên wî gulebaran kirin.

El Neqîb dibêje, ti kes di wê êrîşê de birîndar nebû. Wî daxwaz ji hikûmetê kir ku vêkolînê li ser wê êrîşê bike.

Ev êrîşa herî dawî ya karê tundûtîjî li Îraqê ye, li demekê ku alozîyên sîyasî yên ser kontrola desthilatê li navbera hikûmeta bi rêberatîya Şîayan û sîyasetvanên Sunnî zêde dibin.