Parlamenter Beyan Berwarî Derbarê Boykotkirina Civîna Parlemana Herêmê Dipeyvive

Parlamenter Beyan Berwarî.

Endamên ser bi Yekgirtû ya Îslamî, Goran û Komela Îslamî li parlemana Herêma Kurdistana Îraqê roja Çarşembî civîna parlemanî boykot kirin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, parlamenter Beyan Ahmed Berwarî dibêje, biryara boykot kirina civînên parlemanî, ji bo danana fişar û giranî ye li ser parlemanî da ku parleman erkên xwe bi çalakî bicih bîne.

Birêz Berwarî her wiha got ku biryara boykotê bitenê “helwestek e” û got ku ew beşdarî li kombûnên paşerojê dikin.

Ji bo guhdarî kirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Berwarî re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike.