Parlamenter Dilêr Mehmûd: Dahata Nefta Herêma Kurdistanê li bin Kontrola Bexdayê Dibe

Parlamenter Dilêr Mehmûd: Dahata Nefta Herêma Kurdistanê li bin Kontrola Bexdayê Dibe

Li gor rêketina navbera Karbidestên Kurd û Hikûmeta Îraqê, hinartina nefta Herêma Kurdistanê bo dervey welatî li meha Şubatê dîsa destpê dike.

Rojnama Wall Street Journal ya Amerîkî radigehîne ku her roj, 100 hizar bermîlên neftê bo derve dihêne hinartin û li dawiya sala 2011 ew rêje du hind dibe (200 hizar bermîl).

Endamê Parlemanê Herêma Kurdistana Îraqê, Dilêr Mehmûd Beg, dibêje dahata nefta Herêma Kurdistanê li bin kontrola Bexdayê dimîne û “bi awayekê adîlane bi ser hemû rûniştevanên Îraqê dihête dabeş kirin.”

Birêz Dilêr Mehmûd Beg, endamê komîteya Enerjî û Derametên Xwezayî ye li parlemanî.

Ji bo guhdarî kirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Dilêr Mehmûd Beg re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike.