Parlamenterê Îraqî: Vekêşana Leşkerê Amerîka, Rewşa Tenahî ya Îraqê Aloz Dike

Mu'eyed Teyyib

Mezintirîn efserê leşkerê Îraqê, Ceneral Babekir Zêbarî, dibêje pêdivî ye ku Amerîka hêzên xwe heta sala 2020’an li Îraqê bihêle.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Ameîra, Mu'eyed Teyyib, Parlamenterê Îraqî dibêje vekêşana leşkerê Amerîka rewşa tenahî ya Îraqî aloz dike.

Birêz Teyyib her wiha got ku bi vekêşana hêzên Amerîkî, jiyana hevwelatiyan, tenahî û serwerî ya Îraqê dikefte metirsî û gefeka gelek mezin.

Ji bo guhdarî kirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Teyyib re, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.