Parlamenterên Îranî Daxwaza Darvekirina Rêberên Opozisyonê Dikin

Endamên parlemanê Îranê.

Endamên parlemanê Îranî daxwaz dikin ku rêberên opozisyonê bên darvekirin ji ber rêkxistina xwenîşandanên li dijî hikûmetê li jimareka bajarên Îranî.

Parlamenterên parêziyar roja Sêşembî ragihand ku pêdiviye Mîr Husên Mûsevî û Mehdî Kerûbî bi tawana ‘finte’ bên dadgehî kirin, ku cezaya wê mirin e.

Rêberên reformxwaz, Mûsevî û Kerûbî, daxwaz ji piştevanên xwe kiribû ku xwepêşandanê bikin ji bo piştevanî kirina serhildanên gelên Ereb li dijî hikûmetên zordar.

Cîgirê berpirsê giştî yê polîsên Îranî, Ahmed Reza Radan dibêje, xwenîşander ji layê hêzên polîsî ve hatine desteser kirin, belê wî jimara girtiyan eşkere nekir.